Dêlêgasîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk çûye E’rebistana Saûdîyê, bona ku pêşer’oja Sûrîya Bakûr gotûbêj bike.Em bêjin,wekî E’rebistana Saûdîyê dêlêgasîya t’eglîfî li Êr-R’îyadê kiribû, ku hevk’arîya di navbera herdu alîyada gotûbêj bikin.Ev yek piştî êrîşa T’irk’îyaêye meha cotmehê qewimîye.E’rebistana Saûdîyê û T’irk’îya dik’evine nava wan welata, yên ku piştî destpêbûna şer’ê li Sûrîyaêyî sala 2O11-a heleqetîyên xweye t’evî Damişqê t’er’ibandine.Peyî wê yekêr’a E’rebistana Saûdîyê û T’irk’îya bûne konkûrêntên hev, ku h’ukumê xweye li R’ohilata Navîn bidine berfirekirinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close