
Wezîrê K’urdistanêyî pirsên net’ewên kêmjimar Êdên Marif bang kirîye, ku r’astkirina bikine nava qanûna derheqa p’arastina net’ewên kêmjimare li K’urdistanê.Wezîr gotîye,wekî ew qanûn bona net’ewên kêmjimare li herêmê gelekî girînge. Ewî serda zêde kirîye,wekî ev qanûn gerekê bê aktîvkirinê û r’astkirin bêne kirinê,çimkî hinek k’omên kêmjimar ner’azîne.Qanûna derheqa net’ewên kêmjimar, p’arastina mafên net’ew û olên kêmjimare li K’urdistanê têr’a divîne.







