
Dêlêgasîya dercebilinde ji partîya K’urdistanêye Dêmokratîk û h’eja Goran r’oja sêşemê li Hewilêrê r’astî hevdu hatine û derheqa piştgirîya xweye hindava pr’oêkta qanûna derheqa r’êformêda îzbat kirine.Dawîya r’asthatinê herdu partîya e’lamî r’ojne’mevana kirine,wekî ew p’evk’etine, ku piştgirîyê bidine qebûlkirina wê qanûnê.Herdu alîya jî plana derheqa r’êforma h’ukumata Herêma K’urdistanê silav kirine û derheqa piştgirîya xweye hindava wê qnûnêda careke mayîn îzbat kirine.







