Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî bangî h’emû alîya kirîye, ku xwezeftkirinê bidine k’ifşê, bona ku aşîtî û qewînbûn li Îraqê bê dasekinandinê, çimkî van axirîya di navbera ŞAY û Îranêda h’al sert bûye. Derheqa wê yekêda Barzanî wextê r’asthatina t’evî dêlêgasîya alîk’arê k’atibê ŞAY-yî dewletê Dêyvîd Şênkêr gotîye. Barzanî daye fe’mkirinê,wekî Îraq gerekê nebe deşta p’evçûyînaye di navbera alîyada. Anegorî e’lametîya ofîsa Barzanî, wextê r’asthatinê qewimandinên van axirîyaye li herêmê û usa jî derheqa p’êwendî û dîyaloga di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda xeberdan çûye. Herdu alîya jî guhdarî danîne li ser pirsa derheqa pêşdahatina têr’orîzmê û şer’k’arîya dijî wê.
Gotarên eynî
Wezîrê darayî û serokê banka pêşketinê ya Asyayê li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenistanê re axivîn
06.05.2024, 16:45
Nêzîkbûna têkilîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê ne li dijî Îranê ye: zanyarê sîyasî
06.05.2024, 15:50
Lîtva ji Yêrêvan û Bakûyê re raber dike ku ezmûna xwe di rakirina blokan de bi kar bînin
06.05.2024, 14:55
Herwiha kontr’ol bike
Close