
H’ukumata Korêya Başûr alîk’arîya 3OO h’ezar dolara jî başqe kirîye bona ku alîk’arîyê bidine micahirên ji Sûrîyaêye li K’urdistanê. Wezîrê K’urdistanêyî k’arên hundur’ R’êber Ah’med e’lam kirîye,wekî r’oja duşemê t’evî konsûlê Korêaêyî li K’urdistanê protokol îmze kirine.Ewî daye dîyarkirinê, wekî bahê wan p’era k’incên germ bona micahira hatine dayînê.Wezîr r’azalixî e’lamî h’ukumata Korêayê kirîye.







