Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan li Almat’îyê r’astî serekwezîrê Moldovayê Îon Kîkû hatîye. P’aşînyanê serekwecîr daye dîyarkirinê,wekî pêwîste dereca heleqetîyên herdu welataye êkonomîkî bidine bilindkirinê.Serekwezîrê Moldovayê nava xebera xweda daye dîyarkirinê,wekî Moldova t’evî Yektîya Avropayê nava r’êjîma k’ir’în-frotanêye azadane û bi h’esabhildana înîsîyatîva wek’îlên Ermenîstanê meriv dikare wê mecalê baş bide xebatê. “Em dikarin bi alîyên cuda-cudava hevk’arîya xwe bidine pêşxistinê. Ez usa jî difikirim,wekî xebata komîsîya ort’eh’ukumatîyê gerekê destpêkin, ya ku bona pirsên hevk’arîyê dik’eke başe”,- Îon Kîkû gotîye. Serekwezîrên Ermenîstanê û Moldovayê dorana pirsên berfire, yên heleqetîyên êkonomîkî gotûbêj kirine. Îon Kîkû Nîkol P’aşînyan t’eglîfî li Moldovayê kirîye.
Gotarên eynî
Tabûra wezîreta parastinêye bijîjkî li Macaristanê beşdarî tetbîqata leşkerî ya pirneteweyî “Şervanê wêrek-2024” dibe
02.05.2024, 16:40
Bernameyên heyî yên hevkarîyên leşkerî yên Ermenîstan-NATO ê û îmkanên berfirehkirina wan hatine gotûbêjkirin
02.05.2024, 15:45
Alîyêv xwe mikur hatîye: Adirbêcanê dijî Ermenîstanê û Qerebaxa Çîya şerê agrêsîv kirîye
02.05.2024, 14:50
Herwiha kontr’ol bike
Close