H’emû nûçe
Li Ermenîstanê wê h’emcivîna globale bi ser navê “P’ira bîznêsêye mezin” derbazbe
Cîgira wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Naîra Margaryan r’astî serk’ara şêwira înstîtûtên şêwirdarîya h’ukumatêye navnet’ewî, ya beşa li Ermenîstanê Sîlva Mêsropyanê hatîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê r’agîhandine. Meremê r’asthatinê gotûbêjkirina şuxulk’arîya t’eşkîlkirina xebatên h’emcivînê bûye. Meremê derbazkirina h’emcivînêye li Ermenîstanê ewe, ku nasîya wek’îlên dorana bîznêsê bidine mecalên hevk’arîyê û cêr’ibandina navnet’ewî.Nava dorana h’emcivînêda r’asthatina p’êşekzanên welatên Yektîya Asîyayêye Okêana E’dil wê derbazbe.Dik’evine nava wê yektîyê Avstrîya, Avstralîya, Almanîya, Îtalîya, Yaponîya, Korêya, Nîdêr’land, R’ûsîya, ŞAY, Çînistan, Şvêdîya, Şvêysarîya û welatên başqe.