Wek’îla k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûîye li Îraqê Janîn Hênîs Plasşêrtê zordarîyên li bajar’ê Îraqêyî Necefê gunek’ar kirîye, li k’îderê bi deha meriv hatine kuştinê û birîndarkirinê. “P’arastina protêstokirên e’dil gerekê pêşda bê ç’areserkirinê, lê ne ku wî çaxî, wextê ku gelekî derenge”,-nava e’lametîya mîsîya organîzeyêda hatîye gotinê.Çawa ku pêşda hatibû r’agîhandinê,r’oja çarşemê piştgirên Mûktada As Sedir k’etine qamp’a protêstokira, li k’îderê h’eyşt meriv kuştine û bi deha birîndar kirine.Sedir piştgirîya kandîdatê nû, yê qulixa serekwezîrê Îraqêda kirîye û e’mir kirîye, ku qamp’a protêstokira paqijkin bona ku protêstokirinên dijî h’ukumatê bidine sekinandinê.Wezîrê Îraqêyî k’arên hundur’ Yasîn Yaserî li Necafê qesidîye û e’mir kirîye, ku protêstokira ji zordarîya bip’arêzin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close