Serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî li Hewlêrê r’astî lîdêr û wek’îlên partîyayên k’urda hatîye.Wextê r’asthatinê xeberdan derheqa sazbûna h’ukumata nûda çûye, ya ku gerekê li Îraqê bê sazkirinê.Şêwirmendê serokê Herêma K’urdstanê Dilşad Şahab gotîye,wekî wextê r’asthatinê pirsên derheqa qewimandinên li Îraqê, h’ukumata nû, ya ku gerekê li Beg’dayê sazbe, û nêzîkbûnên partîyayên k’urdaye hindava wanada hatine gotûbêjkirinê. “Ce’dandinên E’lewî, yê ku gerekê kabînêta wezîraye nû sazkira, îzbat nebûn.Wextê r’asthatinê ew pirs hatîye gotûbêjkirinê, ku nêzîkbûna partîyayên K’urdistanêye hindava wê prosêsêda gerekê çawabe. Berî her tiştî gerekê guhdarî bê danînê li ser şuxulk’arîya t’evayî, derheqa k’îjanêda partîyayên k’urda qirar qebûl kiribûn”,-Şahab gotîye.
Gotarên eynî
Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê wekî piştî dew û doza Qerebagê nava pirsa azaya dînîda Adirbêcan paşda çûye:Christian Post
06.05.2024, 13:50
Qazaxistan amadeye dika hevraxeberdana bide Moskvayê û Kîêvê, çawa dide Yêrêvanê û Bekûyê: baylozê Qazaxistanêyî li Rûsîyayê
06.05.2024, 12:45
Kompanîya avyasîyon Eurowings ê ji 4 ê gulanêda firînên Bêrlîn-Yêrêvan-Bêrlîn mîyaser dike
06.05.2024, 11:40
Herwiha kontr’ol bike
Close - “Yêrêvan xeber dide” 05. 05. 202405.05.2024, 10:00