
Serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî r’astî wek’îla Organîzeya Net’ewên Yekbûîye li Îraqê Janîn Hênnîs Pasçêrtê hatîye.Wextê hevdîtinê, qewimandinên sîyasîye li welêt hatine gotûbêjkirinê. Xeberdan usa jî derheqa k’ifşkirina serekwezîrê Îraqêyî nûda çûye.Serok Barzanî û wek’îla Organîzeya Net’ewên Yekbûyî derheqa qewînbûna sîyasî û h’ukumata nûda xeberdane, ya ku wê de’wek’arîyên cime’tê bide r’azîkirinê û wê gar’antîya mafên konstîtûsîyon bide. Piştr’a xeberdan derheqa h’alê êkonomîkî û belavbûna koronavîrûsêda çûye.







