SerekeSîyasî

Çar zar’ok nava encamên êrîşa t’opbarandinêda li T’ûz Qurmat’ûyê birîndar bûne

17-ê adarê li bajar’ê k’urdayî T’ûz Qurmatûyê nava encamên t’opbarandinêda çar zar’ok birîndar bûne.Xebatk’arê polîsîyê Xalid Meh’med gotîye Bas Nyûsê,wekî t’opbarandin li nêzîkî Ah’medayê hatîye mîyaserkirinê, li k’îderê zar’oka fûtbol dilîst. Nava encamên t’opbarandinêda du zar’ok birîndar bûne, lê dudu jî nava h’alekî girandanin. Qewatên bêqezîyabûnê lêpirsîn destpê kirine.Merivek hatîye girtinê, navê k’îjanî Ûsiv Meh’mede yê ku endaê DAÎŞ-ye.16-ê adarê ew meriv jî motosîlkla mînkirî li T’ûz Qûrmat’ûyê t’eqandîye, r’ûê çida h’evt binelîyên e’dil birîndar bibûn. T’ûs Qûrmat’û bajar’ê k’urdaye û li provînsîya Dîyalêye. Ew cî mînanî gelek cîyên mayîn dik’eve nava têrîtorîyayên wa gotî hevr’aqayîlnekirî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button