Serekwezîrê Îraqêyî t’ezek’ifşkirî Adnan Zûrfî wê piştgirîya ŞAY bistîne, heger ew serbestîya welêt dayne cîyê e’wlin ku şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê berdewamke, pêr’a jî mafê mêriv bip’arêze.Derheqa wê yekêda k’atibê ŞAY-yî dewletê Mayk’il Pompêyo r’ûp’elê xweyî T’wîttêrêda nivîsîye. “Îraqî dixwezin ku h’ukumata Îraqêye nû serbestîya welêt xweyke ku r’uşetxwerin t’unebe û mafên mêriv bên p’arastinê.Heger Adan Zûrfî wan pirsa dayne cîyê e’wlin, wî çaxî ŞAY civaka navnet’ewî wê piştgirîya Zûrfî bikin”,-ewî nivîsîye.Serokê Îraqê Berhem Salih’ Adnan Zûrfî çawa serekwezîrê Îaqêyî nû k’ifş kirîye û t’eslîmî wî kirîye, ku ew h’ukumata nû sazke.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close