Wek’îlê Pêntagonêyî fermî Şon R’obêrtson îzbat kirîye,wekî ŞAY sîstêma p’arastina hewêye “Patrîot”, bi meremê bêqezîyabûnê cîwar kirîye û serda zêde kirîye,wekî ew kirinên xwe t’evî nevsên îraqîye fermî didine koordînasîyakirinê. R’obêrtson gotîye,wekî r’ûê qezîyayên ji der ev sîstêm hatine cîwarkirinê, bo ku qewatên îraqî, amêrîkî û yên koalîsîonê bip’arêzin.Derheqa êrîşên li ser baza ŞAY-ye leşkerî, yên pêşda R’obêrtson gotîye, ku ev êrîş serbestîya Îraqê dit’er’ibînin, çimkî leşkerên ŞAY, koalîsîonê û îraqî nava encamên wan êrîşada hatine kuştinê. R’obêrtson gotîye,wekî qewatên ŞAY û koalîsîyonê dijî DAÎŞ-ne û dixwezin qewînbûna li Îraqê ç’areserkin.Em bêjin,wekî pêşda hatibû r’agîhandinê,wekî ŞAY sîstêmên “Patrîot” li baza xweye li Anbarê û usa jî li baza Hewlêrê cîwar kirine.
Gotarên eynî
Sîyasetmedarê kurdî li Tirkîyayê Salhedîn Dêmîrtaş bi wedê girtina ji 20 salî zêdetir hatîye cezakirinê
17.05.2024, 18:30
Banka avakirin û pêşketinê ya Avropayê û ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo pêşveçûna navneteweyî ji bo başkirina rêyên derbazbûnê yên welatên Kafkasîya Başûr mêmorandûmek îmze kirin
17.05.2024, 17:35
Herwiha kontr’ol bike
Close