H’emû nûçe

Ermenîtî pêrspêktîve:pênc tiştên ku dikarin fir’naxbûnê pêşda bînin

Ofîsa wek’îlê îşên dîyasporayê pênc tişta derheqa Ermenîstanêda r’aberî cahilên ji Ermenîstanê der dike, bi k’îjana ew dikarin fir’naxbin.T’eşkîletên navnet’ewîye e’yan Ermenîstan vî cûr’eyî r’aber kirine: sala 2O19-a Ermenîstan k’etîye nava navnîşa welatên dinîyayêye here bêqezîya û t’evî Şvêysarîyayê k’etîye cîyê şeşa û h’evta. Sala par li herêma avropî û Yektîya Avrasîyayêda pêşk’eftina êkonomîkîye bi 7,6 selefa hebûye. Cêrge kovarên dinêe’yan, nava wanda usa jî Forbes-ê Ermenîstan kirîye nava navnîşa alîyê tûrîzmêyî baş.Anegorî gotina t’eşkîleta mafp’arêz “Freedom House”-ê li t’emamîya dinîyayê Ermenîstan bi azaya t’or’a întêrnêtê dik’eve nava welatên pêşk’eftî û t’evî Fransîyayê cîyê h’eyştadaye.Lê bi îndêk’sa bextewarîyê jî Ermenîstan cîyê h’evtadaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button