Sedirê şêwira cî, ya Girê Sipî, H’emîd Al Abed îzbat kirîye,wekî dagirkirên t’irk nexweşên bi koronavîrûsê ji têrîtorîya t’irka dişînine li têrîtorîya dagirkirîye li bajar’ê Girê Sipî. Bi vî cûr’eyî seroketîya t’irka pirsa nexweşên li T’irk’îyayê h’el dike. Al Abed gotîye,wekî ew înformasîyayên ku ewî stendine, ji kanîyên bi gumanin.Çend malên li bajar’ê Girê Sipî kirine merk’ezên kar’antînê,nexweşên bi koronavîrûsê cîguhastî li wir dikin. Al Abed gotîye,wekî ew welatyîên T’irk’îyayêne. Ewî usa jî bîr anîye,wekî dagirkirên t’irk sîyasîya guhar’tina dêmokrafîk li wan neh’îyên dagirkirî mîyaser dikin. Ew mecbûr dikin,ku binelîyên cî ji malên xwe derk’evin û li wan mala malbetên k’irêkirîyên xwe cîh û war dikin. Ewî usa jî bîr anîye,wekî k’irêkirîyên t’irka yên ku li Girê Sipî û Serêkanîyêne, h’îmlî k’irêkirîyên DAÎŞ-ne û wana t’enê navê xwe guhar’tine. Derheqa wê yekêda bi dokûmênta tê îzbatkirinê. “Em ji 14O-î zêdetir meriva nas dikin, yên ku k’irêkirîyên DAÎŞ-ê bûne û niha jî ew nava wa gotî eskerê Sûrîyaêye azadanin, li ser têrîtorîyayên dagirkirîne”,- Al Abed gotîye.
Gotarên eynî
Balyozxaneya Ermenîstanê ya li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî cara ewil derîyên xwe ji bo zîyaretvanan vekir
07.05.2024, 19:25
Dibêjin Ermenîstan vêktora xwe diguherîne, Rûsyayê jî berê xwe daye Adirbêcanê: parlamêntvanê miclîsa neteweyî
07.05.2024, 17:35
Herwiha kontr’ol bike
Close - Pûtîn bi fermî ji bo heyama 6 salan posta serokê Rûsîyayê wergirt07.05.2024, 15:30