Baylozê T’irk’îyayêyî li Beg’dayê Fetî Yldiz gazî li wezîreta Îraqêye k’arên der kirine.Ew piştî wê yekê gazî kirine,wextê ku qewatên t’irkaye sîlih’kirî derb gîhandine t’opraxa Îraqê, nava wanda usa jî li Qendîlê û Maxmûrê.Nava encamên bombebarandina t’irkada ya li Maxmûrê sê jin şih’îd k’etine. Nava e’lametîya k’atibê prêssyaêda, yê wezîreta Îraqêye k’arên der Ah’med Al Sahaf hatîye gotinê,wekî wezîreta k’arên der derbên teyarên t’irka berk’ gunek’ar kirîye, r’ûê çida meriv jî wefat bûne û zyana matêrîyalî jî heye.Nava e’lametîyêda usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî derbên t’irkaye avîyasîyon serbestîya dewleta Îraqê t’er’ibandine. R’oja çarşemê T’irk’îyayê çend cara ç’îyaê Qendîlê û qamp’a Maxmûrê dane ber bomba, bi wê me’nîyê ku derba bighînine t’abîyên PKK-ê. Maxmûr gundê k’urdaye, yê ku 6O kîlomêtrî dûrî Hewlêrêye. Li vir qamp’a mihacirên k’urd heye, li k’îderê 12 h’ezar mihacir hene, yên ku ji salên 199O-î ji t’irka r’evîne.
Gotarên eynî
Min vexwendina bona beşdarbûna li merasîma sondxwerina serokê Rûsîyayê nestendîye: Paşînyan
08.05.2024, 09:35
Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dixwest ne ku çawa tifaqdar bihata Ermenîstanê, çawa ku têra hatîye dîtinê, lê çawa aşîtîparêz bihata: Paşînyan
08.05.2024, 08:31
Herwiha kontr’ol bike
Close