Çend merivên sîlih’kirîye nee’yan t’evî protêstokirên dijî h’ukumata Îraqêye li Beg’dayê k’etine nava p’evçûyînê, wextê k’îjanê protêstokirek hatîye kuştinê, lê çend meriv jî birîndar bûne. Pirêsa Îraqê r’agîhandîye,wekî ev bûyer nêzîkî meydana Beg’dayêye Hîlanîyê bûye, ew jî piştî wê yekê,wextê ku h’ukumatê qanûnên dijî koronavîrûsê hinekî sist kiribû.Em bêjin,wekî protêstokirinên dijî h’ukumata Îraqê meha cotmehêda destpê bibû, lê piştî belavbûna koronavîrûsê ew mecbûr bûn ji der her’ine malê û t’evî protêstokirina nebin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close