Hêzên Sûrîya Dêmokratîk e’lam kirine, wekî t’evr’abûna ç’ekdarên DAÎŞ-ye girtîye li h’ebsa Hesekêda hatîye temitrandinê û h’al bin kontrolêdane.Em bêjin,wekî pêşda t’eşkîleta Sûrîyaêye mafên mêriv e’lam kiribû,wekî ç’ekdarên DAÎŞ-ye girtî li h’ebsa Hesekê t’evr’abûn çê kirine.K’atibê prêssayê, yê hêzên Sûrîya Dêmokratîk daye zelalkirinê,wekî ç’ekdarên DAÎŞ-ye girtî t’evr’abûna berfire mîyaser kirine û t’emamîya h’ebsê hildabûn bin kontrola xwe. Piştî wê yekê k’omên mexsûs û qewatên antîtêr’orê çûne h’ebsê. Piştî hevr’axeberdanên di navbera hêzên Sûrîya Dêmokratîk û qewatên koalîsîyona navnet’ewî, ew h’al hate guhar’tinê. Hêzên Sûrîya Dêmokratîk h’ebsên Sûrîyayê kontrol dike, k’îjanada deh h’ezar ç’ekdarên DAÎŞ-ê hene.Hêzên k’urda e’lam kirine,wekî ew h’esab dikin ku koalîsîyona navnet’ewî bona h’elkirina pirsa wan girtîya cabdare.
Gotarên eynî
Wextê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Qerebaxê, ya meha îlonê, zêrandin û usa jî eblûkirinên cinyaza hatine kirinê: parêzera mafên mêriv
03.05.2024, 09:35
Wezîrên Ermenîstanê û Ûkraînayêye karên der pirsên derheqa rojeva pêwandîyên dualî û dîyaloga sîyasîda gotûbêj kirine
03.05.2024, 08:30
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Ermenîstanê destbi çêkirina rêze helmetên zirxî kirin02.05.2024, 17:35