Endama parlamênta T’irk’îyayêye ji partîya Dêmokrasîya Gela Tyûlayî K’atîmog’ûllarîyê gotîye wekî seroketîya dewletê, ya ku hert’im dibêje ku li T’irk’îyayê miletek heye, dînek heye û zimanek heye, niha r’astkirin kirine nava pr’ojeya serk’arîkirina provînsîya T’ûncêlîyê, ya hejmara 2884-a, ya 25-ê k’anûna sala 1935-a.Nava encamê wê yekêda navê Dêrsimê hate guhar’tinê û kirine T’ûncêl.Anegorî h’esabên r’esmî, nava qet’ilkirinên bi massayîda li Dêrsimê 13 16O meriv hatine kuştinê, lê 11 818 meriv jî cî û warên xwe hiştine, çûne. Feqet anegorî kanîyên înformasîyone cî, nêzîkî 7O h’ezar merivî hatine kuştinê, nava wanda usa jî jin û zar’ok.Binelîyên Dêrsimê usa jî pê neh’esîyan ku zar’ok çawa bûn.Parlamêntvanê usa jî daye dîyarkirnê,wekî 83 sal derbaz bûne û seroketîya fermî gerekê wan qet’ilkirina naske. Bi gotina wê gerekê komîsîya mexsûs bê sazkirinê bona ku r’astîyê bînine ber ç’e’va.
Gotarên eynî
Navenda hiqûqê ya Ermenîstanê ji bo sepandina “Cezayên Magnîskîye global” li dijî 40 î zêdetir rayedarên Adirbêcanê erza fermî raber kir
06.05.2024, 17:39
Wezîrê darayî û serokê banka pêşketinê ya Asyayê li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenistanê re axivîn
06.05.2024, 16:45
Herwiha kontr’ol bike
Close - Nîkol Paşînyan beşdarî merasîma sondxwarina Vladîmîr Pûtîn nabe06.05.2024, 14:29