H’emû nûçeSereke

H’ukumata Herêma K’urdistanê alî t’eşkîletên nanet’ewî kirîye ku alîk’arîya doxtirîyê bighînine K’urdistana Sûrîyayê

H’ukumata Herêma K’urdistanê alî t’eşkîletên nanet’ewî kirîye ku alîk’arîya doxtirîyê bighînine K’urdistana Sûrîyayê.Destpêka meha adarê desthilata k’urdên Sûrîyayê dergehê sînorê Semelkayê, yê t’evî h’idûdê K’urdistana Îraqê da girtinê, lê t’evî h’ukumata herêmê plana derheqa anîna alîk’arîya navnet’ewîye li wê herêma k’urda, hate hazirkirinê.Koodînatorê h’ukumata Herêma K’urdistanêyî pirsên navnet’ewî Dîndar Zîbarî e’lam kirîye, wekî di navbera K’urdistanê û R’ojavayêda r’ojên sêşemê h’idûd vekirîye û t’eşkîletên navnet’ewî dikarin barên xwe bibin K’urdistana Sûrîyayê.Bi gotina Zîbarî, ji 15O-î tonnanyî zêdetir derman, bi alîk’rîya h’ukumata Herêma K’urdistanê, nava wanda usa jî têstên bona koronavîrûsê, gihîştine R’ojavayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button