
Meşa pêncr’ojê ji alîyê partîya Dêmokrasîya Gelada hatîye t’eşkîlkirinê, çawa protêstokirina dijî derxistina ji xebatê cêrge serokbajar’a û parlamêntvana. Li provînsîya Stembolê deh meriv hatine girtinê, wextê ku polîsîyayê cêr’ibandîye bi gaza hêsiranînê û fişekên lastîk, cime’tê belav bike. Têr’a tê dîtinê 2O-ê h’ezîranê li Enqerê meşê ser hevda bînin. Em bêjin,wekî h’ukumata T’irk’îyayê êrîşeke mezin dijî şuxulk’arên k’urde sîyasî û serokbajarên k’urd destpê kirîye.







