Wek’îlê ŞAY bona ce’dandinên bo ç’areserkirina yektîya di navbera k’urdên R’ojavayê r’azalixî e’lamî Me’sûd Barzanî kirîye.Şêwirmendê ŞAY-yî mexsûs, yê nava hêzên koalîsîyonda Wîlyam R’obak r’azalixî e’lamî Me’sûd Barzanîyê lîdêr kirîye, bona ce’dandinên wîye bo yekbûna hêzên k’urdaye sîyasîye li K’urdisana Sûrîyayê. Wîlyam R’obak prêss-konfêrans derbaz kirîye û daye dîyarkirinê,wekî ŞAY gumane ku gava vî cûr’eyî wê bona k’urdên Sûrîyayê bibe h’îm.Ewî ji navê h’ukumata ŞAY herdu alîyên nava hevr’axeberdanada, silav kirine. Bi gotina R’obak herdu alî jî girêdayî gelek pirsar’a, bi hevr’a p’evk’etine û ew yek wê li ser pêşer’oja berjewandîyên k’urda bê k’ifşê. “Ez r’azalixîyê e’lamî gênêral Mazlûm K’obanî dikim, bona ce’dandinên wî.Ez r’azalixîyê e’lamî birêz Me’sûd Barzanî û birêz Nêç’îrvan Barzanî dikim, bona ce’dandinên wane bo yekbûna k’urda”,- R’obak gotîye.
Gotarên eynî
Bayloz: pêvajoyên ku li Zvartnosê diqewimin nayê wê wateyê ku Ermenîstan niha hewcedara baregeheke Rûsyayê nîne
29.04.2024, 15:45
Têkilîyên Hindistanê Bakûyê û Yêrêvanê re baş in, lê di warê hinardekirina berhemên xwe de girîngîyê dide
29.04.2024, 15:30
Dîna Tîtûsê projeya derheqa sanksîyayên dijî Adirbêcanêda raberî Kongrêsa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî kirîye
29.04.2024, 13:55
Herwiha kontr’ol bike
Close - Adirbêcan dîsa dîlên ermenî dizêrîne: rojnamevana tirk29.04.2024, 11:45