Baylozê T’irk’îyayêyî li Vîyênayê gazî wezîreta Avstrîyayêye k’arên der kirine. Bi fikira wezîreta Avstrîyayêye k’arên der, baylozê T’irk’îyayê bona bêt’erbyetîyên cahilên t’irkaye wextê meşa k’urdaye 24-ê h’ezîranê, cabdare.Wezîret h’esab dike,wekî baylozxana T’irk’îyayê dikare h’ukumî li ser p’evçûyînên li der bike û alî wê yekê bike, ku konflîkt t’unebin. “Emê îzinê nedin, ku konflîkt ji T’irk’îyayê derbazî Avstrîyayêbin”,- nava e’lametîya wzîreta k’arên derda hatîye gotinê. “Emê îzinê nedin, ku konflîktên ji T’irk’îyayê derbazî Avstrîyayêbin û wana nava bajar’ê meda t’eşkîlkin”,- kanslêrê Avstrîyayê Sêbastîyan Kûrs gotîye.Em bîr bînin,wekî pêşda, li p’ayt’xta Avstrîyayê-Vîênayê aktîvîstên t’irka êrîş birine li ser t’evbûên meşa k’urda, yên ku bona mafên jina pêşda dihatin.Wextê wê p’evçûyînê pênc xebatk’arên polîsîyayê birîndar bûne.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close