H’emû nûçe
Aparata r’êngtênêye nû, ya mobayl p’êşk’êşî Ermenîstanê kirine
Ajansa ŞAY-ye pêşk’eftina navnet’ewî, aparata r’êngtênêye mobayl t’eslîmî wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê kirîye.Ew aparat wê li merk’eza doxtirîyêye “Grîgor Lûsavorîçê Pîroz”-da bimîne, li k’îderê wê wextê qenckirina nexweşa bidine xebitandinê. “Piştî e’lamkirina h’alê qeydederî li Ermenîstanê, /ŞAY/ Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî anegorî h’ewcetîyên hevalk’arên meye ermenî, piştgirîya xwe pêşda k’işand bona ku şer’k’arîyê dijî nexweşîya koronavîrûsê mîyaserkin. H’ukumata ŞAY piştgirîya fînansîye bo Ermenîstanê bi 6,6 mîlîon dolara zêde kir.Nava 2O salên derbazbûyîda ŞAY 1,57 mîlîyard dolar dane Ermenîstanê, ji k’îjna 6O6 mîlîon dolar nava goveka saxlemîxweykirinêda hatine învêstkirinê”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.