Ji deha zêdetir gundên mesîhîya ji destpêka opêrasîyona T’irk’îyayêye leşkerî vala bûne.Derheqa wê yekêda serokê neh’îya Zaxoyê gotîye.Me pêşda dabû dîyarkirinê,wekî nîveka meha h’ezîranê wezîreta T’irk’îyayêye p’arastinê derbên ji hewê gîhandine neh’îyên K’urdistanê, nava wanda usa jî Sincarê /Şengalê/, Qendîlê, Qereçakê,Zapê, Avaşîn-Basîyanê û Hakûrk’ê.Li neh’îya Darkarê p’evçûyîn di navbera PKK-ê û eskerê t’irkada qewimîne. R’ûê wê yekêda 11 gundên mesîhîya hatine valakirinê, çimkî ew gund hema nava doranên wê opêrasîyonêdanin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close