Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, opêrasîyona dijî k’omên DAÎŞ-ye têr’orîstî, yên li neh’îya Dêyr Zorê, li ser sînorê Îraqê û Sûrîyayê berdewam dikin.Hatîye r’agîhandiê,wekî wextê wê opêrasîyonê, çar meriv hatine girtinê. Merk’eza Sûrîyayêye mafên mêriv daye dîyarkirinê,wekî li wê zonayê usa jî avîyasîya qewatên koalîsîyon aktîve. Opêrasîyon li ser h’idûdê Sûrîyayê û Îraqê berdewam dibe. Ji destpêka opêrasîyonê h’etanî niha, ji sedî zêdetir endam û piştgirên DAÎŞ-ê hatine girtinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close