Wezîrên welatên Yektîya Avropayêye k’arên der ew qirara T’irk’îyayê r’exne kirine, bi k’îjanê T’irk’îyayê qirar kirîye, ku dêra Sofîya Pîroze li Stembolê, werguhêzî mizgeftêkin. Derheqa wê yekêd serokê dîplomatîya Yektîya Avropayê Jozêp Borêl li Bryûêlê gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî şêwirê qirara T’irk’îyayêye derheqa wê yekêda ku dêra Sofîya Pîroz werguhêzî mizgeftêkin, berk’ gunek’ar kirîye. Ewî serda zêde kirîye,wekî bi vê qirarê aminaya di navbera olên dînî wê undabe û ce’dandinên bona dîyalogê û hevk’arîyê wê bit’er’ibin. Jozêp Borêl serda zêde kirîye,wekî şêwira Yektîya Avropayê bangî seroketîya T’irk’îyayê dike, ku qirara xwe careke mayîn lê binihêr’e.Em bîr bînin,wekî meh’kema T’irk’îyayê îzin da, ku statûsa dêra Sofîya Pîroz ya sala 1934-a qebûlkirî, ji ort’ê hildin û dêrê werguhêzî mizgeftêkin. Piştî qirara meh’kemê, serokê T’irk’îyayê Êrdog’an e’mirnivîsar îmze kir, ku bi r’esmî statûsa mizgeftê bidine dêra Sofîya Pîroze li Stembolê.
Gotarên eynî
Baylozê Yekîtîya Avropayê, yê li Bekûyê derheqa qedexekirina alîkarîya bo Ermenîstanê, ya ji alîyê Macaristanêda xeberdaye
03.05.2024, 10:40
Wextê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Qerebaxê, ya meha îlonê, zêrandin û usa jî eblûkirinên cinyaza hatine kirinê: parêzera mafên mêriv
03.05.2024, 09:35
Herwiha kontr’ol bike
Close