H’emû nûçeSereke

Koncoryan guhdarîya sedirê civîna Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê, parlamêntvana t’eglîfî li ser gefxwerinên Adirbêcanê kirîye

Parlamêntvanê Ermenîstanê, serk’arê dêlêgasîya Ermenîstanêye nava civîna Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropyaêye parlamêntîyêda, Hayk Koncoryan bi nama berbir’î sedirê civîna Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayêye parlamêntîyê, k’atibê sereke û 3OO parlamêntvanên ji 55 welata bûye û derheqa agrêsîya ji alîyê Adirbêcanêda r’aber kirîye. Ji ofîsa Koncoryan e’lam kirine, wekî Koncoryan usa jî daye dîyarkirinê,wekî 16-ê tîrmehê k’atibê wezîreta Adirbêcanêye p’arastinêye prêssayê gef xwerine,wekî Adirbêcan dikare stansîya Mêsamorêye atomê bixe û li t’emamîya r’êgîyonê qezîyayê sazke.Ewî gotîye,wekî gefxwerinên Adirbêcanêye wî cûr’eîye têr’orîstî, normên mafên navnet’ewî dit’er’ibînin û van r’oja binelîyên sîvîl dikine bin nîşangehê.Hayk Koncoryan bangî hevalk’ara kirîye ku agrêsîya Adirbêcanêye leşkerî û bangên wî cûr’eîye agrêsîv gunek’ar bikin.Wezîreta Adirbêcanêye p’arastinê gef xwerine,wekî wê bi r’okêta derba bighînine stansîya atomêye li Ermenîstanê. E’lametîya wî cûr’eyî k’atibê prêssayê, yê wezîreta Adirbêcanêye p’arastinê Vagîf Dargyaxlî belav kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button