Fir’egehên Hewlêrê û Silêmanîyê hazir nînin ku fir’înên navnet’ewî mîyaserkin. Derheqa wê yekêda wezîrê K’urdistanêyî k’arên hundur’ Arbar Ah’med gotîye.Piştî hevdîtinên li Hewlêrê, Silêmanîyê, Dihokê û Helebcê, li k’îderê usa jî hazir bûye wezîrê K’urdistanêyî saxlemîxweykirinê Saman Barzancî, wezîrê k’arên hundur’ gotîye r’ojne’mevana, wekî seroketîya herêmê berbir’î seroketîyên fir’egeha bûye ku hazirkirina fir’egeha ser hevda bînin bona ku h’etanî yekê t’ebaxê fir’înên navnet’ewîye çartêr bidine dasekinandinê. Pêşda qedexekirina fir’îna h’etanî 22-ê tîrmehê bû û tê k’ifşê, ewê careke mayîn destpêbin.Wextê hevdîtina t’evayî usa jî hatîye qirarkirinê, ku hinek qedexekirina bidine sistkirinê, bona ku çûyîn- hatina nava provînsîyada jî hebe. Çi ku derheqa çûyîn-hatina di navbera provînsîyayên K’urdistanê û Îraqêdane, ew qedexekirin wê hê bimînin.
Gotarên eynî
Wextê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der, wê usa jî pirsa derheqa kirina dêklarasîya Alma Atayê nava peymana aşîtîyê bê gotûbêjkirinê
08.05.2024, 12:50
Gelo Paşînyan bi Pûtîn re li ser mijara derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv gotûbêj bike? : ji civîna sibê çi hêvî dikin?
08.05.2024, 11:45
Emê Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî rexne bikin, heger menîya wê yekê hebe: Paşînyan
08.05.2024, 10:40
Min vexwendina bona beşdarbûna li merasîma sondxwerina serokê Rûsîyayê nestendîye: Paşînyan
08.05.2024, 09:35
Herwiha kontr’ol bike
Close