Şêwira Manbîcêye leşkerî e’lam kirîye,wekî şeş binelîyên sîvîl hatine kuştinê, wextê ku hêzên ku piştgirîya T’irk’îyayê dikin, gundên nêzîkî Manbîcê dane ber bomba. Nava e’lametîyêda hatîye gotinê,wekî ew t’eqîn li du gunda qewimîne û ew bombebarandin ji baza t’irkaye li Şêx Nesirê û gundê Avlaşlîyê hatine mîyaserkirinê. Nava wan şeş merivada jin û zar’ok jî hene, lê xêncî wê yekê şeş zar’ok jî birîndar bûne.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close