Li başûrê K’irkûkê di navbera binelîyên gundên k’urda û malbetên e’rebaye li wir cîwarkirî p’evçûyîn qewimîne.P’evçûyîn li Gulî T’epe, li gundê di navbera provînsîya K’irkûkê û Tûz Qûrmatûyê qewimîye. Derheqa wê yekêda wek’îlê Yektîya Niştîmanên K’urdistanê K’erîm Şkûr gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî 15 malbetên e’reba li wir cîwar kirine û t’evî binelîyên cîye k’urd ew p’evçûyîn qewimîye. E’rebên li vir hêna r’êjîma Sedem H’usêynda anîne û li wir cîwar kirine, yên ku berê li neh’îyên Îraqêye başqe diman. Piştî hilweşîna r’êjîma BAAS-ê ew e’reb paşda çûyne neh’îyên xwe û axa binelîyên k’urd paşda dane wan. Niha jî ew dîsa paşda veger’îyane li wir û dîsa dixwezin li wir cîwarbin.
Gotarên eynî
Navenda hiqûqê ya Ermenîstanê ji bo sepandina “Cezayên Magnîskîye global” li dijî 40 î zêdetir rayedarên Adirbêcanê erza fermî raber kir
06.05.2024, 17:39
Wezîrê darayî û serokê banka pêşketinê ya Asyayê li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenistanê re axivîn
06.05.2024, 16:45
Herwiha kontr’ol bike
Close - Nîkol Paşînyan beşdarî merasîma sondxwarina Vladîmîr Pûtîn nabe06.05.2024, 14:29