Bi bîranîna derheqa barbarîyên ji alîyê DAÎŞ-da mîyaserkirî, yên dijî êzdîyaye şeş sal pêşda, wek’îla k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûîye li Îraqê Canîn Hênîs Plasçêrtê ew yek bilind qîmet kirîye, ku êzdî, nenihêr’î t’u tiştî, nava k’arê xweykirina çanda xwe, ax û mafên xwe mêrk’îmî sekinîne. Ewê bangî Bexdayê û Hewlêrê kirîye, ku lez t’evayî bighîjine qayîlîkê bona ku piştgirîyê bidine vê civakê, ku ew jîyana xwe bidine dasekinandinê. Sala 2O14-a, ç’ekdarên DAÎŞ-ê Şengal vala kirin, êzdî qet’il kirin, malên wan wêran kirin û kampanîya t’unekirinê mîyaser kirin. Gelek meriv çûne ç’îya, gelek hatine kuştinê. Jin û zar’ok r’evandin û çawa k’ole dane xebatê. Gelek meriv jî bê ser û berat’e unda bûn.
Gotarên eynî
Balyozxaneya Ermenîstanê ya li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî cara ewil derîyên xwe ji bo zîyaretvanan vekir
07.05.2024, 19:25
Dibêjin Ermenîstan vêktora xwe diguherîne, Rûsyayê jî berê xwe daye Adirbêcanê: parlamêntvanê miclîsa neteweyî
07.05.2024, 17:35
Herwiha kontr’ol bike
Close - Pûtîn bi fermî ji bo heyama 6 salan posta serokê Rûsîyayê wergirt07.05.2024, 15:30