H’emû nûçe
Li komîtêya senaya leşkerî progiramên modêrnîzasîyakirina aparatên bêpîlot gotûbêj kirine
Sedirê komîtêya senaya leşkerî, ya wezîreta Ermenîstanêye têk’nolocîyên bilind Artak Davt’yan sisê t’ebaxê serk’arên hevaltîyên ku aparatên bêpîlot çê dikin, qebûl kirine. Artak Davt’yan wê qulixêda t’eze hatîye k’ifşkirinê û ewî nasîya xwe daye serk’arên wan hevaltîya, pêşnîyarên wana guhdar kirîye û fikira xweye derheqa pêşxistina wê govekê r’aber kirîye.Wek’îlên hevaltîya, xebatên xwe r’aber kirine û fikirên xweye bona pêşxistina wê govekê dane dîyarkirinê.Wextê hevdîtinê usa jî cêr’ibandina aparatên bêpîlote wextê p’evçûyînên li ser h’idûde meha tîrmehê hatîye t’omerîkirinê.