SerekeSîyasî

Li Dîyalê DAÎŞ-ê êrîş birîye li ser avtomaşînên sîvîl, h’evt meriv birîndar bûne

11-ê t’ebaxê ç’ekdarên DAÎŞ-ê li provînsîya Dîyalê êrîş birine li ser du avtomaşînên sîvîl û h’evt meriv birîndar kirine.Wek’îlê polîsîya Dîyalê Nîhad Meh’med gotîye “BasNews”-ê wekî du avtomaşînên sîvîl ji alîyê k’omeke cîhadîstada hatine êrîşkirinê. H’emû h’evt r’êwîyên avtomaşînada birîndar bûne.Ç’ekdarên DAÎŞ-r’a li hev hatîye ji wêderê dûrk’evin û xwe veşêrin.Hêzên îraqî li wê neh’îyê ger’a wan ç’ekdara destpê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button