Çar endamên Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî h’emû firotanên mezin, yên bona T’irk’îyayê r’ûê komplêk’sên r’okêtaye C-4OO-da dane sekinandinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî r’ûê wê yekêda du pr’ojeyên mezin wê zyanêk’evin.Ji wana yek modêrnîzasîyakirina teyarên F-16-ye û frotana motorên h’elîk’op’t’êraye ya ku dighîje mîlîyardek nîv dolara.Qer’imandina frotana sîlih’a tê h’esabê çawa gaveke dîplomatîye berk’, ya ku Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dijî T’irk’îyayê ji sala 1978-da nedaye xebatê.Dawîya tîrmehê, Enqerê hazirî e’lam kir, ku pirsgirêka girêdayî komplêk’sên r’ûsîye C-4OO-r’a, ewê bide h’elkirinê.H’evtêkê pêşîya wê zelal bû, wekî T’irk’îyayê cêr’ibandina komplêk’sên C-4OO destpê kirîye û wana li ser teyarên F-16 û F-4 dicêr’ibîne.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close