SerekeSîyasî

K’urdistanê t’evî hevr’axeberdanên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Îraqêye stratêcî bibe

Serokê îdara Herêma K’urdistanêye p’êwendîyên der Safîn Dîzayî e’lm kirîye,wekî Herêma K’urdistanê wê t’evî dîyaloga stratêcî, ya di navbera Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Îraqê bibe. Dîzayî gotîye,wekî wextê hevdîtina t’evî K’azimî û serokê Ştatên Yekbûyî Donald T’ramp’ wê bûyarên li R’ohilata Navîn bêne lênihêr’andinê û serda zêde kirîye, wekî serokê admînîstrîya serokê K’urdistanê Fewzî Herîrî û hinek nevsên derecebilinde mayîn wê çawa wek’îlên Herêma K’urdistanê r’êberî li K’azimî bikin.Wextê seredana serekwezîrê Îraqêye li Waşîngtonê, têr’a hatîye dîtinê, ku dîyaloga stratêcîye di navbera amêrîkîya û îraqîyada derbazkin. Van axirîya bi vîdêokonfêransê hevdîtina stratêcîye e’wlin derbaz bûye. Nevsên K’urdistanêye fermî pêşda e’lam kiribûn,wekî wê t’evî dîyaloga stratêcî bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button