Cîgirê serokê parlamênta Îraqê Beşîr H’edad borcbirê serokê qeza K’irkûkê R’ak’an Al Cebûrî gazî Bexdayê kirine, bona wan pirsgirêka, r’astî k’îjana tên binelîyên k’urde li wir.Hatîye r’agîhandinê,wekî Cebûrî û çend nesvên K’irkûkêye fermî r’astî H’edad û çend parlamêntvanên ji K’irkûkê hatine bona ku prosêsa e’rebîzasîya li herêmê gotûbêjkin, çimkî ev yek dijwarîya bona binelîyn k’urd pêşda tîne.K’urdên li K’irkûkê bona berbir’îbûna sert û sîyasîya miletçîtîyê şikyatê xwe dikin.Cebûrî gerekê şirovekirina xwe û me’nîyên wan kirina r’aberke, bi k’îjana nevsên k’urdaye fermî dibine nîşangeh.Hîvîyêne,wekî bê qirarkirinê ku gelo parlamêntê li Bexdayê girêdayî vê yekêr’a civînê derbzke, yan na.Em bêjin,wekî ev pirsgirêk piştî dagirkirina K’irkûkêye 16-ê cotmeha sala 2O17-a, pêşda hatin. Ev gav jî piştî r’êfêrêndûma K’urdistanê hate avîtinê.Cebûrî nava r’uşetxwerinêda gunek’ar dikin, lê ew dîsa wê qulixêdane.
Gotarên eynî
Têkilîyên Hindistanê Bakûyê û Yêrêvanê re baş in, lê di warê hinardekirina berhemên xwe de girîngîyê dide
29.04.2024, 18:30
Êrîşên li ser Arsaxê, kuştin, îşkenceya hêzên ewlehîyê: rapora wezîreta derve ya Amêrîkayê li ser Adirbêcanê
29.04.2024, 17:35
Leşkerên baregeha Rûsîyayê ya Ermenîstanê ku li Qerebaxê wezîfedar bûn, dişînine Ûkraînayê
29.04.2024, 16:40
Herwiha kontr’ol bike
Close