Malp’er’a Înfotêka 24-RU-ê r’agîhandîye,wekî binelîyên E’frînê gotine organîzeya mafp’arêze “E’frîn-Sûrîya”-ê, wekî polîsîya t’irkaye leşkerî ji wan cahilên k’urd p’era distîne, yên ku qulixa leşkerîr’a derbaz bûne û ew gerekê cirma h’ezar lîrayên t’irka bidin.Heger usa nekin, wî çaxî ewê bi sê meha bên girtinê.Organîzeyê r’agîhandîye,wekî ev xortên cahil pêşda bona xweazakirinê, 15OO lîrayên t’irka dane. Organîzeyê usa jî daye zelalkirinê,wekî ç’ekdarên piştgirên t’irka jî, yên ku bin kontrola ce’sûsîya t’irkadanin, bi destê zorê p’era berev dikin. Bi vî cûr’eyî sîyasîya paqijkirina k’urdaye li wan cîya tê derbazkirinê, ewên ku nikarin p’era bidin, malên wanda k’irêkirîyên li wir t’evî malbtên xwe cîyê xwe digrin.
Gotarên eynî
Navenda hiqûqê ya Ermenîstanê ji bo sepandina “Cezayên Magnîskîye global” li dijî 40 î zêdetir rayedarên Adirbêcanê erza fermî raber kir
06.05.2024, 17:39
Wezîrê darayî û serokê banka pêşketinê ya Asyayê li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenistanê re axivîn
06.05.2024, 16:45
Herwiha kontr’ol bike
Close - Nîkol Paşînyan beşdarî merasîma sondxwarina Vladîmîr Pûtîn nabe06.05.2024, 14:29