Hevr’axeberdanên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda, yên bona pr’ojeya bona byûcêya salên 2O21-2O23-a û p’ara Herêma k’urdaye nava wê byûcêyêda berdewam dibin.Cîgirê wezîrê K’urdistanêyî byûcêya dewletê Zagros Feleh derheqa êtapa hevr’axeberdanaye nûda daye dîyrkirinê, yên ku di navbera Hewlêrê û Bexdayêda derbaz dibin. Ewî gotîye,wekî meremê Herêma K’urdistanê ewe, ku wextê van hevr’axeberdana pirsa derheqa qewînkirina p’ara byûcêya herêmê bê gotûbêjkirinê û li ser h’îmê konstîtûsîya Îraqê ew pirs bê h’elkirinê.Xêncî wê yekê lazime ku girêdayî wê pirsêr’a qayîlîya sîyasî di navbera Hewlêrê û Bexdayêda ya derheqa k’ara ji neftê, bacên sînora bên qebûlkirinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close