H’emû nûçeSereke

“Prînsîpên Madrîdê îdî nayêne gotûbêjkirinê: wezîrê Arsaxêyî k’arên der

Prînsîpên Madrîdê îdî nayêne gotûbêjkirinê. Derheqa wê yekêda, wextê qisa t’evî “Aza”-ê, wezîrê Arsaxêyî k’arên der Masîs Mayîlyan gotîye. Çawa ku hûn zanin, “Prînsîpên Madrîdê sala 2OO7-a meha mijdarê, bona wezîrên Adirbêcanê û Ermenîstanêye k’arên der hatibûne pêşnîyarkirinê, lê fikirdarîya Madrîdê, k’oka wê diha k’ûre û ew diçe dighîje h’etanî 16-ê k’anûna sala 1991-ê, û wezîrên 12 welatên Avropayêye k’arên der dokûmêntek qebûl kirin, ew norm qebûl kirin, anegorî k’îjanê ew dikarin welatên yektîa Sovyêtêye serbest û yên Avropa R’ohilatê nas bikin, yên ku anegorî wan normane. Ji wî çaxîda evê fikirdarîyê serwêrî kirîye û h’etanî van dawîya nava hevr’axeberdanada ew didane xebatê.Dêmek, anegorî wê dokûmêntê wana ew k’omarên Sovyêta berê çawa welat nas kirine, lê wî çaxî, mesele, K’omara Qerebag’ê îdî xwe serbest e’lam kiribû. Prînsîpên Madrîdê ji deh sala zêdetir bûne t’êma gotûbêjkirinê.Em niha dikarin bêjin,wekî niha li ser sivirê t’u dokûmêntek t’une.Ew yek dide k’ifşê, wekî li ser sivirê “Prînsîpên Madrîdê” jî t’unene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button