SerekeSîyasî

Kûznêsova: navnîşa 7O zar’okên R’ûsîyayê, k’îjana diger’in, t’eslîmî k’urdên Sûrîyayê kirine

Dîsa 7O zar’okên R’ûsîyayê diger’in, yên ku li wan neh’îyane, yên ku bin kontrola k’urdadanin. Derheqa wê yekêda mafp’arêza zar’okaye li R’ûsîyayê, Anna Kûznêsovayê gotîye û daye dîyarkirinê, wekî ewê navnîşa wan zar’oka t’eslîmî alîyê k’urda kirîye. “Em şane, ku mer’a li hev hat ku navnîşê t’eslîmî admînîstrasîya k’urda bikin.P’evk’etin hatîye destanînê û wê destpê bikin zar’oka biger’in. Kûznêsovayê guman e’lam kirîye,wekî zûtirekê wê li hev bê ku ji Sûrîyayê k’oma zar’oka cîguhastî R’ûsîyayê bikin. Em bîr bînin,wekî şeva çarşemê k’omeke zar’okên R’ûsîyayêye ji 15 zar’oka gihîşte R’ûsîyayê, ya ku ji Sûrîyayê çû R’ûsîyayê. Nava van zar’okada yên birîndar û nexweş jî hene, yên ku wê alîk’arîya doxtirîyê bistînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button