H’emû nûçeSereke
Xudanê r’ewa fêstîvala Vênêtîkêye sînêmayê, r’êjîsîor Lav Dîyas wê serk’arîya jyûrîya “Zerdela zêr’în” bike
Îsal serk’arîya jyûrîya fêstîvala navnet’ewîye sînêmayê “Zerdela zêr’în” wê r’êjîsîyorê Fîlîpînêyî bi nav û deng Lav Dîyasê bike.Wextê fêstîvala Vênêtîkêye sînêmayê, ew çar cara bûye xudanê r’ewa fêstîvalê. “Em bi wê yekêva fir’nax dibin, Lav Dîyas bûye sedirê jyûrîya fêstîvala navnet’ewîye “Zerdera zêr’în”-e 17-a.Mînanî salên derbazbûyî, vê carê jî wê merivên e’yan bik’evine nava jyûrîyê. Zûtirekê emê navên wana belav bikin”,- serokê bernamên fêstîvala “Zerdela zêr’în” Karên Avêtîsyan gotîye.Em bêjin, wekî girêdayî h’alê ji nexweşîya koronavîrûsê pêşdahatî, îsal fêstîvalê ji yekê h’etanî h’eyştê mijdarê derbazbe.