Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zlûm E’bdî e’lam kirîye, wekî r’aporta komîsîya navnet’ewîye alîyê pirsên Sûrîyayêda, t’enê beşeke biç’ûk, ya xirabk’arîyên T’irk’îyayêye leşkerîye li Sûrîyayê r’aber dike. Me’zlûm E’bdî girêdayî wê yekêr’a bi xeberdan pêşda hatîye û derheqa hevk’arîyên leşkerîye li E’frînê û Serê Kaîyê daye dîyarkirinê.Ewî T’wîttêra xweda nivîsîye, wekî ji alîyê T’irk’îyayê li E’frînê, Serê Kanîyê û Girê Sipî gelek xirabk’arî dijî cime’ta k’urda ji alîyê T’irk’îyayêda hatin mîyaserkirinê. ” Civaka navnet’ewî gerekê bona vê yekê gunek’ara bîne ber cabdarîyê û wana li ber meh’kemê bide sekinandinê. Girêdayî qamp’a “Xolê”-r’a dijwarî hene û ew yek pirsa navnet’ewîye. P’ir’anîya ji 84 welata naxwezin welatîyên xwe paşda qebûlkin, yên ku niha li qamp’êne.T’eşkîletên navnet’ewî jî r’ola xweye nava alîk’arîya hûmanîtarîda dane kurtkirinê. Em îzbat dikin, wekî me lêk’olîn destpê kirîye girêdayî wan bûyarar’a, yên ku nava r’aportêda hêzên me gunek’ar dikin”,- Me’zlûm E’bdî nivîsîye.
Gotarên eynî
Navenda hiqûqê ya Ermenîstanê ji bo sepandina “Cezayên Magnîskîye global” li dijî 40 î zêdetir rayedarên Adirbêcanê erza fermî raber kir
06.05.2024, 17:39
Wezîrê darayî û serokê banka pêşketinê ya Asyayê li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenistanê re axivîn
06.05.2024, 16:45
Herwiha kontr’ol bike
Close - Nîkol Paşînyan beşdarî merasîma sondxwarina Vladîmîr Pûtîn nabe06.05.2024, 14:29