K’atibê prêssayê, yê wezîreta pêşmerga, Serbest Lezgîn e’lam kirîye,wekî ew r’ola koalîsîyona navnet’ewîyî nava prosêsa pêşxistina wezîreta pêşmerga, bilind qîmet dikin. Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Brîtanîya Mezin, Fransîya, Almanîya û Nîdêr’landa, ev pênc welat t’evî prosêsa r’êformkirina wezîreta pêşmerga dibin. Fermandarê pêşmerga Cemal Emînkî gotîye,wekî niha h’evt komîtêyên li wezîreta pêşmerga li ser mîyasekirina qanûna derheqa r’êformêda dixebitin.Yekbûna t’emamîya pêşmerga meremê h’îmlîye. Niha bona yekbûna hêzên pêşmerga ce’dandinên praktîk tên xebitandinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close