H’emû nûçeSereke

Ji Sûrîyayê bi 15OO-2OOO dolara k’irêkirîya tînin Adirbêcanê: e’lametîya p’arêzerê mafên mêriv

P’arêzerê mafên mêrivî li Ermenîstanê Arman T’at’oyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye, wekî dewsa ji 15OO-î h’etanî 2OOO dolara T’irk’îya ji Sûrîyayê ç’ekdarên k’irêkirî cîguhastî Adirbêcanê dike, bona ku wana dijî Arsaxê û Ermenîstanê bide xebatê. “Anegorî înformasîyayên prêssa navnet’ewî, T’irk’îyayê ji Sûrîyayê ç’ekdarên k’irêkirî cîguhastî Adirbêcanê kirîye. Gilî derheqa h’etanî 4OOO k’irêkirîyadane, yên ku bona şer’ê dijî Arsaxê û Ermenîstanê hatine k’irêkirinê”,- nava e’lametîya p’arêzerê mafên mêrivda hatîye gotinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî ev be’s her dem ji alîyê prêssa navnet’ewîda tê îzbatkirinê. Usa jî kanîyên Arsaxêye înformasîyon wê yekê îzbat dikin.Ev înformasîyayên p’arêzerê mafê mêriv, mêriv ner’ih’et dikin.Şêwira Organîzeya Net’ewên Yekbûîye mafên mêriv, sala 2O19-a, 26-ê îlonê r’êzolyûsîa qebûl kirîye, bi k’îjanê xebitandina k’irêkirîyaye dijî mafê xweqirarbûna cime’ta, çawa xirabk’arî tê h’esabê. Bo wê yekê jî civaka navnet’ewî û hema t’eşkîletên mafp’arêz gerekê dengê xwe bilindkin. T’at’oyan usa jî daye dîyarkirinê, wekî pêwîste h’emû tiştî bikin, ku opêrasîyonên şêr’e van r’oja bidine sekinandinê û wê yekê ne ku bi bangên formal, lê bi gavên r’ast bikin.Em bîr bînin, wekî merk’eza înformasîyone yekbûyî e’lam kiribû, wekî anegorî me’lûmetîyên ce’sûsîyê ji Sûrîyayê nêzîkî 4OOO h’ezar k’irekirî anîne Adirbêcanê û ew t’evî opêrasîyonên leşkerîye li Adirbêcanê dibin. Çawa ku me dabû k’ifşê, nava wan ç’ekdarada 81 kuştî hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button