Sereke

“Arsax heye û wê hebe”: fermandarê eskerê Arsaxê Mîkayêl Arzûmanyan bang kirîye

Garanta bêqezîyabûna Arsaxêye hîmlî,eskerê parastinê, ji nava şêr bi derbxwerî derketîye, lê ew diha yekgirtîye.Derheqa wê yekêda fermadarê Arsaxê gênêral Mîkayêl Arzûmanyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî ji 27-ê îlonêda heya nehê mijdarê, cimeta Arsaxê mecbûr bû li ber agrêsîya Adirbêcanê, Tirkîyayê, komên têrorîstî û piştgirên wan ber xwe bide û 44 roja ser hev şerkarên ermenî mêrxasîya nebînayî mîyaser kir, lê mixabin, ew yek bes nîbû, ku şer wî cûreyî xilazbe çawa ku wanayê bixwesta.
“Menîyên wê yekê him yên obyêktîv bûn, him jî yên sûbyêktîv, yên ku wê bêne lênihêrandinê û wê şirovekirinên zelal û hişk bêne dayînê. Feqet, roja îroyîn ewe ber çeva çi ku heye û bona şuxulkarîya pêşerojê em gerekê ne ku xiyala hesab hildin, lê bûyarên sazbûyî.Xiyal dikarin bibine armanc, bona çi em gerekê yekbûyî bixebitin.Bo me hemûya pêwîst e ku guh nedine axavtinên bêhîm, yên ku rastîyêva girêdayî nînin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Bi gotina Arzûmanyan, rastî ewe, wekî Arsax heye û wê hebe. Garanta Arsaxêye bêqezîyabûnêye hîmlî eskerê parastinêye, yê ku derbên mezin stendine û ji nava şêr wî cûreyî derketîye, yê ku diha gelekî bûye yek, terbe û hazire mîsîya parastina welêt mîyaserke.
Em bîr bînin, wekî Mîkayêl Arzûmanyan 27-ê cotmehê, piştî birîndarbûna Celal Harûtyûnyan, qulixa fermandarê eskerê Arsaxêda hatîye kifşkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button