Sereke

Li merkeza monîtorîngêye li Adirbêcanê hejmara qulixçîyên Rûsîyayê û Tirkîyayêye leşkerî wê weke hev be

Li merkeza rûsa-tirkaye dîtindarîyêye tevayî, ya li Adirbêcanê, hejmara qulixçîyên Rûsîyayê û Tirkîyayêye leşkerî wê weke hev be. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Rûsîyayêye parastinê, gênêral Îgor Konaşênkov gotîye û serda zêde kirîye wekî Moskva û Enqere dora merkeza tevayîye bona kontrolkirina agirbesta li Qerebagê bi hev ra qayîl bûne.
Pêşda wezîreta Tirkîyayêye parastinê elam kiribû, wekî tevî Rûsîyayê qayîlnivîsar hatîye îmzekirinê, ku bona kontrolkirina agirbesta li Qerebagê merkeza monîtorîngêye tevayî saz kin. “Merkezê li ser têrîtorîya Adirbêcanê bê cîhwarkirinê.Nava wê merkeza tevayîda hejmara teşkîlên rûsa û tirka wê wekehev be”,-Konaşênkov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button