Sereke

Adirbêcanê hê qayîlîya xwe nedaye ku YÛNÊSKO mîsîya xwe bişîne Arsaxê

YÛNÊSKO-ê hê ji Adirbêcanê bersiv nestendîye ku mîsîya xwe bişîne Arsaxê. Derheqa wê yekêda RÎA Novostîyê elam kirîye û daye dîyarkirinê,wekî ew elametî cîgirê serokê YÛNÊSKO-ê Êrnêsto Ottonê belav kirîye.
Hê pêşda, 2O-ê mijdarê, serokê YÛNÊSKO-yî sereke Odrî Azûlê wextê hevdîtinên tevî wekîlên Adirbêcanê û Ermenîstanê, pêşnîyar kiribû, ku mîsîya pêşezanîyê bona parastina mîrasa çandî bişînin Qerebagê.
Heya niha em tenê hîvîya bersiva Adirbêcanêne, bona ku YÛNÊSKO bikaribe mîsîya xwe bişîne”,-Ottonê gotîye. Bi gotina wî, gelek cara bona wê pirsê berbirî serokatîya Adirbêcanê bûne, lê heya niha tu berisivek nehatîye stendinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button