Sereke

Heger Adirbêcan rêsûrsên Sêvanêye avê bike bin qezyayê, wî çaxî temamîya herêmê dibe hedef: Zarafyan

Heger alîyê azêrîya rojekê qirarke ku Ermenîstanê li ber krîzîsa êkolocî bide sekinandinê û ava gola Sêvanê bike bin qezîyayê, wî çaxî Gurcistan, Îran, Tirkîya û hema Adirêcan bi xwe jî wê bibine hedef, çimkî ev hemû welat rêsûrsên ava Ermenîstanê didine xebatê. Derheqa wê yekêda xebatkara merkeza êkolocî Înga Zarafyanê gotîye, wextê ku derheqa wê yekêda şirovekirîye.
“Adirbêcan, Gurcistan, Îran û Tirkîya bin hukumê avên meye ser erdêne û çetine bînin ber çeva,wekî bi dereca dewletê tişt bên teşkîlkirinê, ku ava me bikine bin qezîyayê”,-ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button