Sereke

Arab News: tora leşkerîye ji alîyê Êrdoganda sazkirî Rojhilata Navîn dide tevlîhevkirinê

Tirkîya bi serkarîya Êrdogan dijî cînara derdikeve û ew ji alîyê NATO-da tê parastinê.Derheqa wê yekêda Arab News -ê nivîsîye. “Tiştê veşartinê nîne,wekî nava dehsalîya dawîda serokatîya Êrdogan diha zêde bûye ya avtorîtar. Êrdogan tora rezedilvana saz kir, ketine nava kîjanê çekdarên ji Sûrîyayê anî. Rola wan ew e, ku li herêmê hukumê xwe bidine dasekinandinê, bi mesela împêratorîya Osmanî, ji topraxên felestînê heya Sûrîyayê û Qafqasîyayê, heya Kaşmîrê. Hukumata Tirkîyayê vê sîstêmê him bona hukumê hundur, him jî bona yê der dide xebatê. Nava van pênc salên dawîda Tirkîyayê li bakûrê Sûrîyayê û li bakûrê Îraqê gavên sîlihkirî avîtine, piştgirîya xwe pêşnîyarî koma têrorîstîye “Hamas”-ê kirîye, tevî yûnana ketîye nava dozê, piştgirîya leşkerî daye Qeterê, Adirbêcanê û tifaqdarên Lîbîyayê. Nenihêrî wê yekê wekî Tirkîya endama NATO-ye, kandîdata endamtîya nava Yektîya Avropayê ye, çawa tifaqdara ŞAY-ye, niha ev hal faktoreke neçêkirinêye”,- Arab News-ê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button